Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serlêdana nû
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li serdozgeriyê da.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li serdozgeriyê da.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Imraliyê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin.
Ji sala 1999'an, Komploya Navnetewî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê danîn.
Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê standin.