Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.
Mehmet Ocalan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha malbatên din ên girtiyên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serî li Midûrtiya Saziya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Jidiyayî Tîpa F ya Imraliyê dan.