Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dinç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica, ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku dozger bersivek erênî bidin dê parêzer sibê biçin Îmraliyê.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de (302 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xirabeya", "rewşa hewayî" û "kêştî di temîrê de ye" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin.