Ji bo greva birçîbûnê ya li Erfurtê 3 rojan standa bi vîdeo

Ji bo greva birçîbûnê ya li Erfurtê 3 rojan standa bi vîdeo

Çalakiyên bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd, ji aliyê Kurdan û dostên wan ve li bajarê Erfurta Almanyayê hatiye destpêkirin didome. Piştî meşa dawiya hefteyê pêk hat, li ser banga Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê standa bi vîdeo hate vekirin.

Li qada mezin a Erfurtê Angerê li ser panoyekê derbarê daxwazên girtiyan û çalakiya wan de agahî hatin nivîsandin. Vîdeoya ku 2 deqe berdewam dike, 3 rojan hate nîşandan. Alman û çepgir û demokratên Tirkiyeyî jî piştgirî dan çalakiya Kurdan û bal kişandin ser rewşa krîtîk a girtiyan.

Her wiha, dê foruma greva birçîbûnê bê lidarxistin. Di forûmê de dê pirsgirêkên tendurîstî û sedemên greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd bê gotûbêjkirin.