Ji bo gilî bike çû qereqolê, rastî lêdanê hat

Ji bo gilî bike çû qereqolê, rastî lêdanê hat

Tûran Yilmaz ê ji bo gilîkirinê çû Navenda Polîsan a Kasimpaşayê, rastî lêdana polîsekî sivîl hat. Yilmaz, ku ji ber vê lêdana dijwar xwîn rijiya ser mejiyê wî û hînê tedawiya wî dewam dike ji ANF'ê re axivî. Yilmaz da xuyakirin ku wî giliyê Navenda Polîsan a Kasimpaşayê kiriye, lê belê tevî ku 3 meh di ser re derbas bûne jî hînê doz nehatiye vekirin. Yilmaz destnîşan kir ku heta polîsê li wî daye bê cezakirin, ew ê ji vê bûyerê neqere.

Li Tirkiyeya ku hewl tê dayîn erk û destê polîsan bêtir were xurtkirin, her roj nûçeyeke nû ya li ser şîdeta polîsan dikeve rojevê. Yek ji mexdûrên terora polîsan jî Tûran Yilmaz ê 32 salî ye. Yilmaz ê ku di rêze-fîlman de weke lîstikvanê mêvan dilîze û bi vî rengî debara xwe dike, di meha Tebaxê de ji bo gilî bike çû Navenda Polîsan a Kasimpaşayê, lê derket holê ku rastî lêdaneke ewçend dijwar hatiye ku xwîn rijiyaye ser mejiyê wî. Yilmaz ê demeke dirêj tedawî dît û hînê ew travmaya neheqiya li wî hatiye kirin ji ser xwe neavêtiye, dibêje ku yekane daxwaza wî cezakirina wî polîsê sivîl ê li wî daye ye.

HEWLDANA XESPÊ TÊRÊ NEKIR, POLÎS JÎ LÊ DA

Her tişt roja 10'ê Tebaxa 2014'an de li rawestgeha otobusan a Şîşhaneyê destpê kir. Kesekî ku li rawestgeha otobusê ji Tûran Yilmaz cixare xwest, piştre kêr derxist û hewl da bi zorê telefon û pereyê wî xesp bike. Yilmaz diyar kir ku wî bi lez û bez 155 bi bûyerê hesandiye, ekîbeke polîsan a hatiye cihê bûyerê ew biriye Navenda Polîsan a Kasimpaşa û bûyerên bi serê wî de hat wiha anî ziman: "Ji bo gilî bikim, ez li navenda polîsan disekinîm. Piştre polîsekî sivîl ê ku dûre hîn bûm ku navê wî Mûstafa ye, hat ji min pirsî ku çima hatime vir. Min jê re bûyerên bi serê min de hatin, vegot. Wî jî li ser min kir qîrqîr û got, 'Li cihekî qelebalix ê mîna Şîşhaneyê di nava rojê çawa çêdibe ku xesp bê kirin, tu çima derewan dike' û pihînek li lingê min ê rastê xist. Nehişt ez bêjim ka tu çi dikî, bi destê min girt û ez bir korîdora kamera wê derê nabîne û li wir li min da. Di wê kêliyê de polîsekî bi unîforma hat cem me û sixêfên giran li min kir. Min ew hişyar kir, vê carê jî polîsê li min dida serê min li dîwêr xist û ez ji ser hişê xwe çûm. Polîsê dît ez ji ser hişê xwe çûm, ji sedî nod helwesta xwe guherand û got, 'Bisekine ez avê ji te re bînim tu bê ser hişê xwe' û berî ez giliya xwe bikim, bi ekîba ez anî re yekser berê min da Amîriya Navenda Polîsan a Taksîmê. Li wir jî nehiştin gilî bikim û ji min re gotin 'Biçe cem dozgeriyê'. Ji ber ku ji serêşê nekarî li ser piyan bisekinim, min got eger polîs bi vî rengî be, Xwedê zane dozger çawa ye û min biryar da ku vegerim malê."

Yilmaz piştî ku êşa serê wî giran bû û xwîn verşiya çû Nexweşxaneya Perwerde ya Şîşlî Etfalê û di encama lêkolînên li wir de hîn bû ku xwîn rijiyaye ser mejiyê wî. Di unîteya lezgîn de 3 rojan ma û piştî rapora stendî çû Edliyeya Çaglayanê û giliyê Navenda Polîsan a Kasimpaşayê kir. Lê belê ev sê meh in hînê li hemberî polîsê gumanbar, doz nehatiye vekirin.

Yilmaz serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Stenbolê da û anî ziman ku ji ber serêşê ew êdî nikare bixebite, tiştan ji bîr dike û di nava qelebalixiyê de êdî îdare nake. Yilmaz got, "Heta ku ew polîsê sivîl ê ez xist vî halî bê cezakirin, ez ê dest ji vê bûyerê bernedim."