Ji bo Ebola zû bê kifşkirin du testên nû
Ji bo Ebola zû bê kifşkirin du testên nû
Ji bo Ebola zû bê kifşkirin du testên nû
Ji bo teşhîskirina vîrûsa ebola ya kujer, destûr ji du testên din re jî hat dayîn. Tê gotin ku bi van testan re, bi rêya mînakên ji xwîn û ûrînê vîrûsa ebola dikare bê tespîtkirin.
Hat ragihandin ku testên mijara gotinê ji aliyê kargeha Bio Fire a li Amerîkayê ve hatiye amadekirin ku ev kargeh weke baskekî kargeha Bio Merieux a Fransayê tê zanîn. Di daxuyaniya ji aliyê BioFire hat dayîn de, dema testa ebola ya heta niha ji 24 heta 48 saetan dewam dikir, dadikeve saetekê û bi vî rengî zû dikare bê kifşkirin.
Li aliyê din, hat ragihandin ku vîrûsa Ebola ya piştî Rojavayê Afrîkayê derbasî Ewropa û DYA bû, dibe ku li Awûstûralyayê jî belav bûbe. Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê a eyaleta Queensland a Awûstûralya de, piştî demeke kurt di encama testan de wê derkeve holê ku jineke ciwan a 18 salî ya ji Gîneyê bi vîrûsa ebola ye yan na.
Tê texmînkirin ku şewba ebola ya îsal destpêkê di meha Kanûnê de li Gîneyê rê li ber mirina bebekeke 2 mehî vekiriye û di mehên Sibat û Adarê de li welatên derdorê belav bûye. Li gorî bîlançoya heta 23'ê Cotmehê ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat aşkerakirin, bi giştî 10 hezar 141 kes bi nexweşiyê ketine û ji van 4 hezar 922 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku hejmara kesên bi şewbê ketine û yên jiyana xwe ji dest dane, herî kêm bi du qatan ji hejmara fermî zêdetir e. Fikar hene ku piştî meha Kanûnê her me bi deh hezaran kes bi vîrûsê bikevin.