Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdaneke nû hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Ocalan, Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî bi daxwaza hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve ku bi komployek navneteweyî dîl hate girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye.

Hevdîtina Abdullah Ocalan a herî dawî di 25 Adara 2021’ de li gel birayê xwe bi telefonê pêk anîbû. Ew hevdîtin jî di nîvê de hatibû birîn.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an karîbûn miwekîlê xwe bibînin. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdan hemû bê bersiv mane.