Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bikin serlêdan kirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişşka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, ji bo karibin roja Duşemê hevdîtinê bi xizmên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê dan.

Parêzeran 22'ê Mijdarê ji bo 'hevdîtina bi lez' serî li Dadgeriya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dabûn, adgeriyê jî bi hinceta ku 'der barê Abdullah Ocalan du qedexeyên hevdîtinan heye' serlêdan red kiribû. Têkildarî biryarên li ser qedexeyê agahî neda parêzeran.