Ji bo dengdanê bang li hilbijêrên li Ewropayê hate kirin

Tifaqa Ked û Azadiyê bang hilbijêrên li Ewropayê kir û got, "Heta 2'ê Nîsanê roja Yekşemê saet 16:00'an divê serî li konsolosxaneyan bidin û qeyda xwe bikin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Tifaqa Ked û Azadiyê de hat gotin, "Di vê hilbijartina herî krîtîk û girîng a demokrasî û dîroka siyasî ya Tirkiyeyê, dengdan û têkçûna faşîzmê ji bo vekirina rêya Komara Demokratîk gelekî girîng e.

Divê hemû gelê me heta 2’ê Nîsanê roja Yekşemê heta saet 16:00’an serî li konsolosxaneyan bidin û qeyda xwe ya hilbijêriyê bikin. Ji bo qeydê ehliyet, pasaport, belgeya zewacê û nasnameya bi nimreya TR dikare serlêdan bê kirin.

Tenê kesên ku cezayê wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin, ango mehkûm nikarin dengê xwe bidin.”