Ji bo Çakmak li Viyanayê taziye hate danîn
Ji bo Zamanî Çakmak ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd ketî, li paytexta Avûstûrya Viyanayê taziye hate danîn.
Ji bo Zamanî Çakmak ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd ketî, li paytexta Avûstûrya Viyanayê taziye hate danîn.
Li taziyeya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatî vekirin, xwişka Çakamak a ku li Viyanayê dijî û hevalên wî yên têkoşînê û li gel nûnerê FEDA’yê Riza Yagmûr, nasên wî û gelek Kurdistaniyên welatparêz jî amade bûn.
Xwişka Çakmak, der barê kesayatiya têkoşer Zamanî Çakmak de axaftinek balkêş kir.
Xwişka Çakmak got taybetmendiya wî ya herî sereke ew bû ku tim li dijî neheqiyê radiwestiya.
Çakmak piştî axaftinê strana ‘’Ez şehîdîm’’ strand.
Pîr Riza Yagmûr jî di axaftina xwe de got, ‘’Ê serkeftî em in. Dewleta Tirk ji bo ku heq ji Zamanî û hevalên wî yên dozê derneketin bi çekên xwe yên giran ên hovane, li ber çavê hemû cîhanê bajarên me û xaniyên me wêran kirin. Îspata vê jî heye.” Piştî axaftinan li gorî baweriya Elewiyan gulbang hate xwendin û taziye hate qedandin.