Ji bo Andrea Wolf li Hambûrgê panêl
Ji bo Andrea Wolf li Hambûrgê panêl
Ji bo Andrea Wolf li Hambûrgê panêl
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, gerîlaya PKK'ê ya Elman Adrea Wolf (Şehîd Ronahî) ku di 23'ê Cotmeha sala 1998'an de li qada Şax a Wanê li gel 42 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, bi wesîleya 15. salvegera ji destdayîna jiyana wê de bi çalakiyekê hat bîranîn.
Çalakî bi şêwazê panêlê li navenda bi navê "Centro" ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tatort Kurdistanê ve hat organîzekirin û nivîskar Anja Flach û parêzer Brîtta Eder weke axaftvan beşdar bûn. Panêl bi sernavê "Andrea Wolf kî bû, çi dixwest, çi pêwendiya xwe bi me re heye?" hat lidarxistin û piraniya wan ciwanên Elman nêzî 60 kes beşdar bûn. Li dû nîşandan dokûmantera bi navê "Ronahî-Andrea Wolf" parêzer Brîtta Eder destpêkê mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku beriya du salan ew bi heyetek navneteweyî re çûye Şaxê û lêkolîn kiriye. Eder destnîşan kir ku ji bo "Goristana Şehîdan a Şehîd Ronahî" ya li Şaxê neyê xerakirin, gel li ber wê nobedê digire.
Dûre endama Meclîsa Jinê ya Rojbîn Anja Flach behsa jiyana Andrea Wolf a xwedî kesayeteke enternasyonalîst û şoreşger bû, kir. Flach diyar kir ku wê Andrea Wolf li çiyayên Kurdistanê nas kiriye û anî ziman ku Wolf di lêgerîna perspektîfên şoreşger de di salên 90 de beşdarî refên artêşa jinê ya Kurd bûye. Flach ragihand ku herî zêde baweriya Ronahî ya ji şoreşê bandor li wê kiriye û anî ziman ku wê xwestiye tiştên ji tevgera azadiyê ya Kurd hîn bûye di xebatên şoreşgerî yên li Elmanya de bicih bîne.
Di panêlê de rojnivîsa Andrea Wolf a li çiyayên Kurdistanê hat xwendin û panêl bi dawî bû.