Ji ber twîtekê ya beriya 9 salan doz li Demîrtaş hat vekirin

Di derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li girtîgehê dîl tê girtin, ji ber twîtek ya beriya 9 salan parvekiribû careke din doz hat vekirin.

Ji ber twîta ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş sala 2013’an parvekiribû, piştî 9 salan doz hat vekirin.

Dozger Ahmet Altûn ê ku îdianameya Doza Kobanê ya ku ji bo girtina HDP'ê dewam dike amade kirî, ji bo Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş doz vekir, hinceteke nû derxist.

Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve di 23'ê Adara 2022'an de pêşkêşî 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin de, dema Altun derbarê Demîrtaş de doz vekiribû, Demîrtaş bi tawanê "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hat sûcdarkirin.

Di rapora înfazê ya ku di 9’ê Kanûna 2021’an de hat dayîn de hat îdiakirin ku Demîrtaş di 16’ê Mijdara 2013’an de peyama "Bijî Serok Apo" parve kiriye.

Ji bo Demîrtaş bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" ji 1 sal heta 5 salan cezayê girtîgehê hat xwestin, hat hînbûn ku îdianame hêj ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve nehatiye qebûlkirin.