Ji ber teqîna li Qeyseriyê 5 kes hatin girtin

Ji ber teqîna li Qeyseriyê 5 kes hatin girtin

Ji ber teqîna li dijî Qereqola Polîsan a Pinarbaşiya Qeyseriyê 5 kesên li Dîlok û Rihayê hatin binçavkirin û birin Enqereyê bi hinceta têkiliya wan bi teqînê heye hatin girtin.

Li Riha û Dîlokê 5 kesên bi navê Muhittin û Mahmut Denktaş, N.O., S.A. û kesê ku navê wî nehat zanîn piştî hatin binçavkirin sewqî dadgeha Enqereyê hatin kirin. Heyeta Dadgehê ya nobedar piştî lêpirsînê der barê 5 kesan de bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye" biryara girtinê da û we şandin Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê.