Xisara li gundê Osmandede yê girêdayî navçeya Bazarcix a Mereşê, gelek e. Di heman demê de malbata Alî Denîz Ûzatmaz ku di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, jî li gund dimîne. Malbata Ûzatmaz diyar kir piştî ku kurê wan hat qetilkirin, karesata duyem bi serê wan hat.
Alî Denîz piştî dest bi zankoyê kir 20 rojan, di Mîtînga Aştî û Demokrasî ya li Enqereyê de, bi piştgiriya dewletê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû qetilkirin. Yilmaz Ûzatmaz ku apê Alî Denîz e, têkildarî vê yekê û zoriyên ku di erhejê de jiyane, ji ANF’ê re axivî.
Ûzatmaz diyar kir ku piştî êşa biraziyê, niha êşek din dijîn û got: “Gundê me di erdhejê de hilweşiya û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdariyê piştî erdhejê pir dereng alîkarî şand û vê yekê em xistin rewşek zor de. Piştî erdhejê yek hefte jî, konên mirovan nebûn.”
‘SIVÎLAN ALÎKARÎ DAN’
Apê Ûzatmaz destnîşan kir ku ji ber ku gundê wan gundê şoreşger û Elewiyan e, alîkariya AFAD û saziyên mîna wê nehatiye û got: “Piranî sivîlên li Tirkiyeyê alîkarî şandin vir. Em minetdarê her kesê ku alîkarî şandine. Em birçî nehiştin. Kona li piştî min jî kesên xêrxwazan anîn.”
‘KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE, ME BI DESTÊN XWE EW DERXIST’
Apê Ûzatmaz da zanîn ku ti pirsgirêk di navbera Elewiyên Kurd û Tirk de nîn e û ev tişt got: “Em nanêrin ziman, ol, nîjad û rengê mirovan. Kabeya me mirov e. Piştî ku me alîkariya xwe stand, bavê min alîkarî belavî gundên din kir. Di rojek wiha de, ferq û cudahî nayê xistina nava mirovan de. Lê mixabin hikûmeta ku roja îro heye, vê yekê gelek dike. Me kesên ku li gundên hilweşiyane jiyana xwe ji dest dane, bi destên xwe derxist. Ti tîmên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin.”