Ji BDP'ê daxuyaniya 9'ê Cotmehê: Divê nêzîkatiya li Ocalan biguhere

Ji BDP'ê daxuyaniya 9'ê Cotmehê: Divê nêzîkatiya li Ocalan biguhere

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, di 15. salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Çirava siyasî ya beriya 15 salan hat amadekirin, ji bo ji Tirkiyê re hîn bêtir kûr nebe, divê nêzîkatiya li Ocalan were guhertin."

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken li Meclîsa Tirk civîneke çapemeniyê lidar xist û komploya li hemberî Ocalan a beriya 15 salan destpê kir, şermezar kir.

Balûken got, "Di salvegera 15. de, em vê komploya ku hewl dida di kesayetiya Birêz Ocalan de gelê Kurd teslîm bigire, şerekî dîrokî yê Tirk-Kurdan derxîne û gelên li Rojhilata Navîn bîne pêşberî hev, bi tundî şermezar dikin."

Balûken da xuyakirin ku di nava 15 salên bihurî de hem li nava welêt hem jî li herêma Rojhilata Navîn gelek guherîn veguherîn rû dane, hînê jî rû didin û got, "Piştî 15 salan, yên di vê komployê de bi ser ketin û yên winda kirin, cihê xwe di nava dîrokê de girtin. Dema ku Birêz Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyê hat derxistin, armanc ew bû ku li ser bingeha înkar û tinekirina Kurdan de pirsgirêka Kurd hîn bêtir were xetimandin û ji bo bicihanîna projeya Rojhilata Navîn a mezin, bingeheke bi xwîn bê afirandin. Bi vê komployê re hatiye xwestin ku di navbera 40 mîlyon Kurdên li çar perçeyan hatine perpçekirin  û gelên Tirkiyê de şerekî bi xwîn, were destpêkirin."

Balûken diyar kir ku piştî 15 salan gelek aliyên komployê, di encama berxwedan û berpirsyariyên Ocalan, gelê Kurd û gelên Tirkiyê de hatine pûçkirin û anî ziman ku ruhê dixwaze kaosê derxîne, di roja me ya îro de jî heman hewldanên xwe dewam dike.

Balûken axaftina xwe wiha dewam kir: "Her kes dibîne ku ne gelê Kurd ji dîrokê hat jêbirin ne jî Tevgera Azadiyê ya Kurd hat tinekirin. Polîtîkayên xetimandinê yên serdestan, li pêşberî daxwazên çareseriya demokratîk, azadî û wekheviyê yên gelan, têk çûne. Li Tirkiyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji aliyê gelan ve hatiye pejirandin, li aliyê din jî Kurd, Tirk, Elewî, Nûsayrî, Suryanî, û Ereb li Rojavayê Kurdistanê bingeha jiyana bi hev re û welatiya wekhev, ava kirin.

Hemû aliyên alîgir an bêalî qedûl dikin ku bingehên îdeolojîk û felsefîk ên jiyana bi hev re ya bawerî û nasnameyên cuda yên li Rojava, ji aliyê Birêz Ocalan ve hatine afirandin. Yanî bersiva ji komploya dixwest Birêz Ocalan ji Rojava, Sûriyê û Rojhilata Navîn were derxistin, ji aliyê gelan ve bi şoreşa Rojava hatiye dayîn. Wekî din, li Tirkiyê di navenda pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyê de, Birêz Ocalan heye. Lewma, nêzîkatiya li Birêz Ocalan li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nêzîkatiya bingehîn a li pêvajoy aştiyê ye."

Balûken anî ziman ku desthilatdariya AKP ruhê komployê fêm nake û got, "Eger îro pêvajoya çareseriya demokratîk xetimiye, ev yek nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê ruhê komployê fêm nekiriye û di şûna ku bi awayekî stratejîk nêzî pêvajoya pûçkirina komployê bibe de, bi pragmatîk û nêzîkatiyên di çarçoveya konjonktura siyasî ya rojname de, tevdigere. Gelek caran hat ziman, girînge dîsa were ziman; Hebûna Birêz Ocalan û mîsyona wî ya polîtîk, ji salên 90 û vir ve ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê, ji bo gelan şensek e.

Di sala 1993'an de piştî hevdîtina bi Ozal re Birêz Ocalan agirbesta yekemîn îlan kir û got, 'Eger Tirkiye bersiveke erênî bide û nîşan bide ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane ya naskirina nasname û mafên demokratîk çareser bike, ev yekê veguhere aştiyeke mayînde.' Ev gotinên Birêz Ocalan nîşan dide ku Birêz Ocalan zêdeyî bîst salin ji bo pêkanîna aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, di nava hewldanan de ye."

Balûken xwest dawî li tecrîda li hemberî Ocalan were anîn û nêzîkatiyeke nû were nîşandan û destnîşan kir ku ev yek berpirsyariyeke dîrokî ye.

Balûken wiha peyivî: "Ji ber rewşa wî ya di pêvajoya aştiyê de, pêwîste di şert û mercên Birêz Ocalan de bi lez guhertinek were kirin. Pêwîste rewşa Birêz Ocalan bi nêzîkatiyeke stratejîk were nirxandin. Divê tecrîda ku bi binpêkirina pîvanên huqûqa gerdûnî bi salan li dijî Birêz Ocalan tê meşandin, were qedandin û rêyên karibin bi raya giştî re têkiliyê deyne, werin vekirin. Çirava siyasî ya beriya 15 salan hat amadekirin, ji bo ji Tirkiyê re hîn bêtir kûr nebe, divê nêzîkatiya li Ocalan were guhertin."