Ji Aysel Tugluk re salek û 15 roj ceza

Ji Aysel Tugluk re salek û 15 roj ceza

11'emîn Dadeha Cezayên Giran a Enqere ji Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk re ji ber axaftina di 1'emîn Kongreya Awaret a DTP'a hate girtin bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" salek û 15 roj cezayê girtîgehê birî.

Li 11'emîn Dadgeha Dadgeha Cezayên Giran a Enqere yê der heqê Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tugluk de ji ber axaftina di 28'ê sibata 2007'an de di 1'emîn Kongreya Awarte ya DTP'a hate girtin û daxuyaniya di 28'ê sibata 2007'an de li navenda giştî ya partiyê dayî bi îdiayên "propagandeya rêxistinê kir û pesnê sûc û sûcdar kir" doz hatibû vekirin û doz bi encam bû.

Di biryarê de behsa azadiya raman a makezagonê û peymana mafên mirovan a Ewropayê û wiha hate gotin: ''Ligel di peymanên mafên mirovan de aşkerakirin azadiya raman di zagonan de hatibe parastin jî bê sînro nîn e. Bi aşkerakirina raman netew nayên lenet kirin û pesnê terorê û propagandeya terorê nayê kirin." Di biryarê de hate gotin ku beralîkirina şîdetê, berxwenda bi çekan nefretê ji komekê bê kirin sûc e û wiha hate destnîşankirin: ''Teror ü pesn dayîna terorê di çarçoveya azadiya raman de nayê nirxandin. Tevgerên wisa di gelek zagonên dewletan de sûc tê dîtin. Tu dewlet li hemberî pesndayîna rêxistinên terorê bêdeng nabe."

Dadgehê bi van hincetan salek û 15 roj cezayê girtîgehê li Tugluk bir. Dadgehê li gorî madeya 53'yan biryara Tugluk ji hinek mafa bê par bê hiştin da. Cezayê li Tugluk hate birîn li gorî madeya 231'an a CMK'ê paş ve hate hiştin.

Parlementerê BDP'ê yê berê Şerafettîn Halîs jî ji ber axaftina di 20'ê mijdara 2008'an de li Navenda Civaka Kurd a Londonê doza bi hinceta "Propagandeya rêxistinê kir" hatî vekirin berat bû.