Ji Amazîgeriyan li Rabatê ji bo Kobanê çalakî
Ji Amazîgeriyan li Rabatê ji bo Kobanê çalakî
Ji Amazîgeriyan li Rabatê ji bo Kobanê çalakî
Gelê Amazîg li Rabata paytexta Fasê çalakiyek li dar xistin, berxwedana Kobanê silav kirin û piştgirî dan berxwedana Kurdan.
Gelê Amazîg ku yek ji gelên xwecihî yên Afrîkaya Bakur e, li paytexta Fasê Rabatê bi armanca xwedîderketin û silavkirina berxwedana Kobanê çalakiyek li dar xist. Gelê Amazîg çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a ku destekê dide DAIŞ’ê lanet kir û ji hikûmeta Rabatê xwestin ku Konsolosxaneya Tirkiyeyê biqewitînin.
Çalakî duh li paytexta Fasê Rabatê pêk hat. Bi hezaran Amazîgî bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li hev kom bûn. Çalakî li ber deriyê Konsolosxaneya Tirk a Rabatê pêk hat û Kurdistaniyên li Fasê dijîn jî piştgirî dan çalakiyê.
Çalakgeran ji hikûmeta Fasê xwestin ku destekê bide berxwedana Kobanê û polîtîkayên dewleta Tirk şermazar bikin. Çalakgeran bi dirûşman axaftinên Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan şermezar kirin.
Gelê Amazîg di çalakiya xwe de desteka Erdogan a ji bo DAIŞ’ê bi dirûşman şermezar kirin û bang li her kesî hate kirin ku li dijî çeteyan piştgirî bidin gelê Kurd.
Di çalakiyê de pankart û dovîzên bi awayê “Destekkarê fermî yê DAIŞ'ê Tirkiye ye”, “Êdî bes e ji bêdengiyê re”, “Destek bidin Kobanê”, “Em ji hikûmeta Fasê dixwazin ku konsolosxaneya dewleta Tirk a ku destekê dide terorîstên DAIŞ’ê biqewitîne”, “Ger li pişta Filistînê Ereb hebin, li pişt Kurdan jî gelê Amazîg heye”. Di çalakiyê de alên TEV-DEM û YPG’ê hatin bilindkirin.
Çalakger ji Ajansa Nûçeyan a Hsebres re axivîn û diyar kirin ku ew bi banga tevgera Amazîg vê çalakiyê li dar dixin. Çalakgeran dan zanîn ku ew bi armanca piştgiriya bi gelê Kurd û berxwedana Kobanê re, û şermezarkirina polîtîka û desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê vê çalakiyê li dar dixin.
Serokê Kongreya Neteweyî ya Amazigê Xalid El Zirayi bal kişand ku gelê Kurd bi êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû mane.
El Zirayi got: “Welatên herêmê ji ber berjewendî û polîtîkayên xwe yên li herêmê li dijî van komkujiyan bê deng dimînin” û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bang kir ku xebatên bi bandortir bêne meşandin.