Ji akademîsyenên Elman kampanyaya piştgiriya Rojava

Ji akademîsyenên Elman kampanyaya piştgiriya Rojava

Li Elmanyayê bi pêşengiya gelek akademîsyen û zanyaran bi armanca piştgiriya bi Rojava re kampanyayek hate destpêkirin. Kampanya wê sibê bi dirûşma, “Ger ne em bin wê kî? Ger ne niha be kengî?” li paytexta Elmanya Berlînê bê destpêkirin.

Akademîsyen, hunermend û zanyarên ku li hev kom bûn bi dirûşma “Ger ne em bin wê kî? Ger ne niha be kengî?” biryar dan ku ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê bidin destpêkirin. Di banga kampanyayê ya bi sernavê “Em destekê didin xweseriya demokratîk û berxwedana Rojava” de hate gotin: “Êdî ne dema axaftinê ye, dema çalakiyan e.”

Wê kampanya sibê bi civîna çapemeniyê ku wê li paytext Berlînê bê lidarxistin bê destpêkirin û wê derbarê kampanyayê de agahî bên dayin. Di nava akademîsyenan de nivîskar Bini Adamczak, Prof. Elmar Altvater, Prof. Micha Brumlik, rojnamevan-nivîskar Dietmar Dath, Prof. Dr. Frank Deppe, nivîskar Thomas Ebermann, Prof. Wolfgang Fritz Haug, Prof. Dr. Rahel Jaeggi, Prof. Dr. Verena Krieger, mûzîkjen Dirk von Lowtzow, weşankar Hanna Mittelstädt, Rêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Neues Deutschland Tom Strohschneider û gelek kesayetên din hene.