Ji 7 partiyan biryara avakirina koordînasyona hevpar

7 partiyên siyasî yên ku li ser banga HDP'ê hatin cem hev, biryar dan ku koordînasyoneke hevpar ava bikin û gotin: "Me biryar da ku xebatên berfirehkirinê bi dînamîkên herî berfireh ên têkoşîna siyasî û civakî bi awayekî sîstematîk berfireh bikin."

Li serbanga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna yekem a di lêgerîna rêya 3’yemîn de di 18’ê Çileyê de li Enqereyê hat lidarxistin. HDP’ê di vê çarçoveyê de civîna xwe ya duyemîn bi hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger re pêk anî. Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hate dayîn.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, nûnerên EMEP‘ê, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Halkevlerî tevlî civînê bûn.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin û wiha hat gotin: "Em bi biryar in ku bi hemû kesên ku piştgiriyê didin aştî, li dijî îstîsmara sermayeyê ked, li dijî talankirina xwezayê, wekhevî, azadî û demokrasiyê bi hev re bimeşin." 

‘KOORDÎNASYON HATE AVAKIRIN’

Hate diyarkirin ku di civînê de koordînasyon hatiye avakirin û wiha hate gotin:" Ji bo li dijî şer îdiaya 'aştiya niha û li her derê' bilind bikin, li hemberî qeyrana aborî û bihabûna bihayan bigihêjin armanca jiyana mirovahiyê, 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 1'ê Adarê rojên têkoşîn û hevgirtinê bi rêxistin bikin. Di hemû qadên jiyanê de bi hev re, ji bo xurtkirina platformên têkoşîna herêmî bi hemû derdoran re û me biryar da ku em tecrûbe û zanîna têkoşîna xwe ya demokratîk bi tevgerên nû yên civakî re bînin cem hev û bi dînamîkên herî berfireh ên têkoşîna siyasî û civakî xebatên berfirehkirina bi awayekî sîstematîk berfireh bikin.

Metna ku bi îmzeya hevpar a 7 partiyên siyasî hat parvekirin wiha ye:

“Weke pêkhateyên siyasî ku di 18’ê Çileya 2022’an de ji bo berfirehkirina xeta têkoşînê ya hevpar hatin gel hev, me îro civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Polîtîkayên şer li herêmê û di asta cîhanê de zêde dibin. Li welatê me krîza aborî roj bi roj kûrtir dibe. Di wexta ku fatûreyên krîzê ji gel re tên birîn, karker, kedkar û xizan, têkoşîna jiyaneke mirovî û bi rûmet mezin dikin.

Hem rewşa cîhanê û hem jî xitimandina ku desthilatdariya AKP-MHP’ê aniye welat, ji her demê zêdetir zemîna rêxistinbûn û berfirehkirina li ser qadê ji bo hêzên ku dê li dora têkoşîneke hevpar werin ba hev, bêtir îmkanan dike.

Em bi biryar in ku bi hemû kesên aştî li dijî şer, kedê li dijî îstîsmara sermayê, jiyana li dijî talankirina xwezayê, wekhevî, azadî û demokrasiyê bimeşin. Di encama civînê de me ji bo avakirina bernameya têkoşîna hevpar, plansaziya xebatan me koordînasyonek ava kir.

BIRYARA BERFIREH KIRINÊ

Di vê çarçoveyê de; Ji bo li dijî şer îdiaya 'aştiya niha û li her derê' bilind bikin, li hemberî qeyrana aborî û bihabûna bihayan bigihêjin armanca jiyana mirovahiyê, 8'ê Adarê, 21'ê Adarê û 1'ê Adarê rojên têkoşîn û hevgirtinê bi rêxistin bikin. Di hemû qadên jiyanê de bi hev re, ji bo xurtkirina platformên têkoşîna herêmî bi hemû derdoran re û me biryar da ku em tecrûbe û zanîna têkoşîna xwe ya demokratîk bi tevgerên nû yên civakî re bînin cem hev û bi dînamîkên herî berfireh ên têkoşîna siyasî û civakî xebatên berfirehkirina bi awayekî sîstematîk berfireh bikin.

Ji bo rawestandin û guhertina vê kuştin, talan û talankirinê bi hev re pêkanîna bernameyeke têkoşînê ya hevpar berpirsyariya me ya dîrokî ye. Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê…

EMEP-EHP-Halkevlerî-HDP-SMF-TIP-TOP”