Ji 5 kesên li Elmanya tevlî DAIŞ'ê bûn yekî Quran belav dikir!
Ji 5 kesên li Elmanya tevlî DAIŞ'ê bûn yekî Quran belav dikir!
Ji 5 kesên li Elmanya tevlî DAIŞ'ê bûn yekî Quran belav dikir!
Yekîneyên parastinê yên Elman ên ji bo pêşîgirtina tevlîbûna DAIŞ ketin tevgerê, profîla endamên DAIŞ derxistin. Li ser daxwaza Wezareta Derve 278 Selefiyên çûne Iraq û Sûriyeyê bûne endamên çeteyan li gor îxbar û polîsan ji van ji sêyan du di nava 15 û 30 salî de ne û ji pêncan yek tevlî kampanyaya belavkirina Quranan bûne.
Piştî komkujiyên çeteyên DAIŞ ên li Rojava û Başûrê Kurdisanê têkoşîna li hemberî DAIŞ bû mijara sereke ya Elmanyayê. Rêxistina Saziya Destûra Bingehîn a saziya îstixbarata hundir herî dawî diyar kiribû ku ji Elmanya heya niha hejmara selefiyên ku çûne Iraq û Sûriyeyê 450 ne, lê di rastiyê de diyar kiribû ku 1800 in.
Li ser daxwaza Konferansa Hundir a Wezarên Hundir ên 16 eyaletên Elmanyayê pêve girêdayî ye Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) û Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn profîla ên tevlî çeteyên DAIŞ dibin derxist. Li gor hat diyarkirin li Sûriye û Iraqê di nava eniya DAIŞ de 378 kesên Elman cih digirin û ev agahiyên balkêş dan:
-Ji sedî 89 zilam, sedî 11 jin in.
-Ji sêyan du 15-30 salî ne.
-Ji sedî 61 li Elmanyayê hatine dinê.
-Ji sedî 30 bi rêya derdorên hevalên xwe, sedî 23 ji mizgeftên alîgirên Îslamên radîkal û sedî 18 jî ji propagandayên li ser înternetê tên kirin bandor bûne.
-Ji 5 kesan yek di çarçoveya kampanyaya ‘Lîes” (Bixwîne) Quran belav kirine. Ji sala 2011’an vir ve di çarçeveya kampanyaya hatiye destpê kirin selefî li Elmanyayê bi giştî 25 milyon Quran belav kirine.