Ji 10 erdhejzedeyên hatin destgîrkirin 6 kes hatin girtin

Ji 10 erdhejzedeyên li Bazareke Skenderûnê dikandar in û bi îxbarekê hatin destgîrkirin û êşkence li wan hate kirin, 6 kes hatin girtin.

Dikandarên bazereke Skenderûnê M.Y., A.Y., A.Y., R.Y., B.A., C.Z., S.B., R.A., M.C.K. û M.B. bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Ji erdhejzedeyên hatin destgîrkirin, hate hînbûn ku M.B. û S.B. ji Sûriyeyê ne û li emniyetê êşkence li wan hatiye kirin.

10 kesên ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya 1'emîn a Skenderûnê hatin kirin, îdîayên li ser 'dizîtiyê' red kirin. Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina M.Y., A.Y., R.Y., B.A., C.Z., S.B.  da.

A.Y., R.A., M.C. û M.B. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.