‘Jehrkuja mêtingeriyê, modela Neteweya Demokratîk e’

Di konferansa Cape Townê de, niqaş li ser tevkariya azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan li çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiya cîhanê hat kirin û gotin, ‘’Li dijî hegemonyayên îslamî, rizgariya gel û misilmanan wê bi modela Neteweya Demokratîk re bibe.’’

Roja pêşîn a ‘’Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ ku bi pêşengtiya Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo ya Sûriyeyê li Cape Town a paytexta Efrîkaya Başûr tê lidarxistin, qediya.

Konferans ku ji Bakurê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Efrîkaya Başûr gelek tev lê bûne, wê sibehê dewam bike.

Piştî axavtinên destpêkê yên konferansê, bi sernavê ‘’Ramanên Abdullah Ocalan’’ du panel hatin danîn. Li panelê ku ji aliyê Joey Moses ve hat birêvebirin, Nûnerê Partiya Komunist a Efrîkaya Başû Barry Mîtchell û nûnerê Kongreya Sendîkayên Karkerên Efrîkaya Başûr (COSATÛ) Malvern De Brûyn axivîn.

Barry Mîtchell ku pêşî axivî, behsa felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku xelasiya mirovahiyê bi felsefeya Apoîzmê ye.

 ‘DIVÊ EM DENGÊ XWE HINEKÊ DIN ZÊDE BIKIN’ 

Sendîkavan Malderven De Brûyn jî, behs kir ku divê mirov çima bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bibe piştevan û got ku yên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, divê dengê xwe hinekê din jî zêde derxin.

Panela duyemîn jî bi sernavê ‘’Hepsa Hicreyê yê Abdullah Ocalan, Pergala Îmraliyê’’ û bi beşdarbûyîna Mazlûm Dînç ku parêzerekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ye, Joey Moses û Prema Naîdo ku girtiyekê berê yê girava Robenê ye, hat dayîn.

Parêzer Mazlûm Dînç, behsa pergala êşkence û tecrîdê ya pergala Îmraliyê kir û bi bîr xist ku niha haya wan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîn e. Dînç, di der heqê serlêdanên xwe de ku li saziyên hiqûqê yên navneteweyî kirine, kir û bal kişand ser bêdengiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ya li dijî binpêkariyên ku diqewimin.

 ‘BI TIŞTÊN MIN DÎTINE EZ JI HEVRÊ ABDULLAH OCALAN BAŞ FÊM DIKIM’

Prema Naîdo ku dema têkoşîna li dijî rejîma Apartheîd bi Nelson Mandela re girtî maye, behsa pergala êşkenceyê ya li Girava Robenê kir û got: ‘’Bi tiştên min ew çax dîtin, ez ji hevrê Abdullah Ocalan baştir fêm dikim. Ji wê boneyê ji bo Abdullah Ocalan azad bibe, tiştên ji milên me werin divê em bikin.’’

 ‘BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ, MIROV DIKARE BI TÊKOŞÎNA HEVPAR A BINDESTAN BIŞIKÎNE’

Panela sisêyan jî bi sernavê ‘’Hêz li Rojhilata Navîn û netewe-dewletên kevin bûne’’ hat danîn.

Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Swazîlandê Krîsh Govender, di axavtina xwe de ku li ser mijara ‘Hêz û Hiqûq’ê kir, îşaret pê kir ku hiqûq ji bo yên xurt bi kêr tê û anî ziman şertên tecrîdê û girtîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ye. Govender, diyar kir ku rêya şikandina bêdengiya îroyîn û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi têkoşîna hevpar a bindestan pêkan e.

Pîûs Vîlakî ku ji Swazîlandê tev li konferansê bû, bal kişand ser têkoşîna ji bo demokrasiyê ya li parzemîna Efrîkayê û ji bo biserketina têkoşîna ji bo demokrasiyê destnîşan kir ku li dijî pergala mêtinger a kapîtalîst, têkoşîneke navparzemînî divê.

Nivîska Dale Mckînley jî, îşaret bi pêvajoya avabûna netewe dewletan li Rojhilata Navîn kir û behsa giringiya modela Neteweya Demokratîk kir ku bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn bi pêş ve diçe.

‘JEHRKUJA ÎSLAMA HEGEMONÎK, MODELA NETEWEYA DEMOKRATÎK E’

Panêla dawî ya rojê li ser bi hegemonyaya îslamî û azadiyê re Têkoşîna Azadiya Kurd bû.

Panêl ji aliyê Farîd Esack ve hate dayîn. Esack destnîşan kir ku Kurd ji aliyê dewletên ku îdia dikin alîgirê îslamê ne ve tên îstîsmar kirin. Îstîsmar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir baş çareser kiriye û bal kişan ser peymana Medîneyê ya Pêxember Muhamed a li dijî îslama hegemonîk û got, “Tu ferqa îslama hegemonîk ji îdeolojiyên din ên mêtînkar ên cîhanê tune ye. “

Esack diyar kir ku Erdogan bi navê Îslamê Kurdan îstîsmar dike û anî ziman ku li dijî hegemonên îslamî yên li Rojhilata Navîn, rizgariya gelan û misilmanên rast bi modela Neteweya Demokratîk bibe.

Piştî Farîd Esack, Zaînûlabîdeen Gaddafî mafê axaftinê girt. Gaddafî li ser Piştevaniya Komunan axivî. Gaddafî diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Rojava bi felsefeya Abdullah Ocalan tê rêvebirin û komunên ku li wê derê hatine avakirin wê bibe rizgariya Afrîka û hemû mirovahiyê.

Di roja duyem a konferasê de jî wê 3 panel werin dayîn. Piştre wê ji bo Dostê Kurdan ê ji Afrîkaya Başûr, damezrînerê KHRAG û hiqûqnas Essa Moossa bernameya bîranînê bê lidarxistin.