Di girtîgehên Tirk de bi cezayên disiplînê nahêlin girtî mafên xwe yên yasayî jî bi kar bînin. Mînekek vê yekê li Girtîgeha Tîpa T ya Alîaga 1 a Îzmîrê qewimî. Girtiyê bi navê Ercan Aslan xwest mafê xwe yê telefonê bi kar bîne, li rastî êrîşa gardiyanan hat. Piştre jî gartiyanan gotin ‘şaşitî çêbûye”. Lê gava Aslan gilî kir, li rastî gefên gardiyanan hatin. Bijîşkê girtîgehê jî şopên lêdanê yên li ser laşê nekir rapor û bi vî awayî îşkenceyê veşart. Parêzer Nazan Sakalli Aktaş giliyê gardiyan, bijîşk û rêveberê girtîgehê kir.
Girtî Ercan Aslan ji Girtîgeha Tîpa F ya Îzmîr 1 veguhestin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T ya Alîaga 1’ê. Roja şemiyê saet 14.00-15.00 weke saeta hevdîtina bi telefonê ya Aslan hate diyarkirin û jêre hate ragihandin. Aslman roja 3’yê mijdarê heta saet 15.10 li bendê ma, ji ber ku peywirdarê telefonê nehat, pê li zingilê kir û bang kir.
Memûrên peywirdar pêşî eleqeder nebûn û piştre gotin “Ewraq kêm in. Ji ber vê jî tu nikarî hevdîtinê bikin.” Girtî Aslan da zanîn ku tu ewraq kêm nîne û çend caran pê li zingilê kir û bangî memûrên peywendîdar kirin. Lê memûr neçûn hucreyê û zingilê girtin.
Sergardiyan tevlî 7-8 gardiyanan çûn hucreya Aslan û êrîşê wî kirin. Gardiyanan destê xwe bi qirika Alsman ve şidandin û rûyê wî dan dîwar û lêxistin. Piştî ku rûyê wî reş û şîn kirin Aslan birin baxçeyê girtîgehê û li wir jî gardiyana heqaret lê kirin û dijûn dan.
'ME NEXWEST WISA ÇÊBIBE'
Roja 5’ê mijdarê saet di 09.00 de memûrek çû huncreya Ercan Aslan û jêre got: “Ewraqên te beriya 2 hefteyan hatibû, hevalên din nedizanî ji ber wê jî te nebiribûn telefonê, li qusûrê nemeyzîne. Me nedixwest wiha çêbibe.”
GEFA ‘DEST JI GILÎKIRINÊ BERDE’
5’ê mijdarê saet di 16.00 de 4-5 memûrên din Aslan birin hucreyeke din û gotine: “Dest ji giliyê berde. Ger tu dest jê bernedî, em ê bêjin xwestiye xwe bişewitîne, memûran nehiştiye, di vê kêliyê de serê wan li serê hev ketine. Me jî rapor girtin. Tu dê cezayê disiplînê bigirî."
Parêzera Ercan Aslan Nazan Sakalli Aktaş li cem Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê giliyê gardiyan, bijîşk û rêveberê girtîgehê kir.