Îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan derketiye asta herî jor

Îstîsmara zayendî ya li hemberî jin û zarokan derketiye asta herî jor

Serokê Şefkat-Derê Hayrettîn Bulan da zanîn ku ji ber ku sûcên zayenda îstîsmarê yên li dijî jin û zarokan bê ceza dimîne, fuhuş zêde dibin.

Di rojên borî de Şefkat-Derê der barê sektora fuhuş û mêtîngeriya benda jinê lêkolînek kiribû û aşkera kir ku hejmara jinên ketine fuhuşê 100 hezar derbas kiriye û ji van 50 hezar zarokin.

Li gorî rapora Şefka-Derê li Tirkiyeyê li 55  bajaran malên fermî yên fuhuşê hene û di van de 3 hezar jinên vesîkayî dixebitin.  Ji bilî vê jî 15 hezar jin li cihên cuda yên wekê kolanan wek koleyên seksê dixebitin û  tê texmîn kirin ku hejmara jinên li kolanê dixebite ji 100 hezarî zêdetire.

Li gorî daneyan nîvê vê yanî 50 hezarê wê ji zarokan pêk tê.

Tirkiye di bazirganiya Koletiya seksê ya Cîhanê de, wezîfeya îstayona rawestandin û pirê ya bo birina koleyên seksê ya ji welatên bloka Rojhilata Navîn û ji Asyayê heta Ewropayê dibîne.

Der barê raporê de me bi serokê Şefkat-Derê Hayrettîn Bulan hevdîtinek pêk anî û Bulan der barê sektora fuhuşê û îstîsmara zarokan, mêtîngeriya bedena jinê de agahî dan.

Bulan da zanîn ku ji ber ku sûcên îstîsmarkirina zayendî bê ceza dimîne, fuhuş her diçe zêdetir dibe.

Bulan balkişand ser îstatîstikên 2012’an a Midûriyeta Giştî ya Îstatîsikên Sicîla Edlî û got nêzî 91 hezar bûyerên îstîsmara zayendî întîkalê merciyên edlî kirine û got hejmara rast jî li ser vê ye.

ÎSTÎSMARA ZAROKAN LI SER DANEYANE

Bulan wiha got: “Li welatên pêşveçûyî jî ji sedî 5 bûyerên îstîsmarê serî li merciyên edlî didin.  Li Tirkiyeyê li 81 bajarî bûyerên ku nakevin dozên fermî yên taciz û tecawiza zarokan 20 kat zêdetire.  Tişta herî bi êş eve ku zarokên rastî tecawiz û tacizê tên, îstîsmara li ser wan didome.  Di pêngavên pêşde jî dibin koleyên seksê. Dema mirov li van îstatîstikan dinêrin di koletiyê de seksê de zêdebûnek heye.  Lê dewlet bi armanca ku balê nekişîne ser rayagiştî ya navnetewî, daneyên der barê jinên koleyên seksê ne de kêm dide.

ÎSTÎSMARA ZAROKAN TÊ VEŞARTIN

Bulan di berdewamiya axaftina xwe de got bi taybet lêpirsînên der barê îstîsmara zayendî ya zarokan veşartî tê meşandin û gelek bûyerên bi vî rengî tên veşartin. Dema ev bi daneyên wezareta dadê ya sala 2011’an re tê hemberî hev, di sala 2012’an de li gorî sûcên îstîsmara zayendî, fuhuşê de jî ji sedî 50 zêdebûnek çêbûye. Di salên dawî de di pornografiya zarokan jî zêde bûye û li Ewropa û cîhanê ev derketiye asta herî jor.”

ORGANÎZATORÊ MALÊN BAZIRGANIYÊ JINÊ DEWLET E!

Bulan li ser pirseke; gelo navendên taybet yên bazirganiya seksê dikin hene an na jî wiha got: “

Bi awayekî fermî, birêvebirina malên seksê, Wezareta Karê Hundire. Lingê wê yê din jî ya wezareta Tenduristiyê ye. Yanî Dewlet bixwe organîzatora mezin ya malê seksê ye. Malên seksê vedike, polîsan dide ber derî. Li ser bedena jinê, baca xwe digire. Malên randevuyê, otel, muzîkhol û navandên keyf û coşê jî bi hevkariya mafyaya herêmî û biyanî tê meşandin. Lê ji sedî 90’ê wê mafya û tacîrên jinan yên herêmî dikin. Ji sedî 20’ê wê ji aliyê hezkiriyên xwe ve dikevin sektora fuhuşê.

Li Îzmîr, Mêrsîn, Edene û Amedê pir zêde bazirganiya jinan heye û li malên bazirganiya jinan binpêkirinên mafan pir tê jiyîn.

PÊKANÎNÊN LI CÎHANÊ

Li gorî rapora Şefkar-Derê;  Li Cîhanê 30 mîlyon kolayên seksê hene. Nîvê van zarokin. Her sal 4 mîlyon qurbanên nû lê zêde dibin. Her sal ji bo koletiya seksê 500 hezar jin û 2 mîlyon zarok tên revandin.

Li gelek welatên Ewropa malên bazirganiya jinê qedexeye. Li Îngîlîstan, Norveç û Îtalyayê ji bo bên girtin, birine parlamentoyê. Li DYA’yê jî ji bilî eyaleta Nevada qedexeye.

TIRKIYE DIVÊ ÇI BIKE

Şefkar-Derê bang li meclisê kir û got malên bazirganiya jinan li dijî mafê mirovan û mafê jinan e. Divê der barê vê de qanûnek bê derxistin. Divê hemû malên bazirganiya jinê bên girtin û carek din derfet neyê dayîn ku ev bên vekirin.