Iraq li ser sînorê Şengalê baregehên nû ava dike

Artêşa Iraqê beregehên xwe yên li ser sînorê Şengalê zêde dike. Li herêmên Ereban yên nêzî sînor herî kêm 10 baregehên din hatin zêdekirin.

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi têlan dorpêç bike.

TÊLKIRIN

Ev têlkirin ne tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê sîm 5 km ji sînor dûr were danîn.

Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê were têlkirin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.

BAREGEHÊN NÛ

Li gorî agahiyên hatine standin Artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêdekiriye. Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê li herêmê dewam dike.

Dîwarkirina di navbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de jî dewam dike. Demek dirêje artêşa Iraq dest bi çêkirina dîwarek di nava Rojava û Şengal de kiriye, dîwar bi dirêjahiya 250’î kêlometre ji aliyê lîwaya 18’an ya parêzvanên sînor ên Iraqê ve tê çêkirin.

Bilindahiya dîwar 3 metre û 75 santîmetreye. Tê gotin ev lîwaya leşkerî ya 18’an girêdayî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi ye.