Iraq wê biryara li ser petrola Kurdistanê ya dadgehê pêk bîne

Iraq wê biryara petrola Kurdistanê ya li ser Dadgeha Federal pêk bîne.

Wezareta Nefta Iraqê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya têkildarî nefta Herêma Kurdistanê nivîsek parve kir û ji bo rêveberina dosya neft û gaza Herêma Kurdistanê daxwaza avakirina şîrketekê dike. Wê şîrket bi ser hikûmeta navendî be û navê wê jî KROC be. Navenda wê ya sereke dê li Hewlêrê be.

Di 15’ê Sibatê de Dadgeha Federal a Iraqê, têkildarî firotina nefta Herêma Kurdistanê ya bi awayê serbixwe biryar da. Ji aliyê Herêma Kurdistanê bi awayek serbixwe firotina neftê weke neyasayî dît.

Wezareta Neftê ya Iraqê jî biryara pêkanîna biryarê da.Li gorî nivîsa ku di 24’ê Adarê de ji aliyê Wezareta Nefta Iraqê ve pêşkêşî hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin, ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye, di nava 15 rojan de kopiyek hemû peymanên ji sala 2014’an ve di derbarê neft û gazê de li gel şîrketên neftê kirine, li gel tomarkirina dahata firoştin û şandina neft û gazê pêşkêşî Wezareta Nefta Iraqê bike,.

Li gorî Wezareta Neftê ya Iraqê, armanc ji daxwazkirina peymanan ew e ku tîmek pispor û şêwirmendên Wezareta Nefta Iraqê û nûnerên Herêma Kurdistanê yên destûra wan hatiye dayîn kontrol bikin.

Wezareta Nefta Iraqê ji bo rêveberina dosya neft û gaza Herêma Kurdistanê daxwaza avakirina şîrketekê dike. Wê şîrket bi ser bi hikûmeta navendî be û navê KROC be. Navenda wê ya sereke dê li Hewlêrê be.