Iraq ji Koreya Başûr 24 balafirên şer dikire
Iraq ji Koreya Başûr 24 balafirên şer dikire
Iraq ji Koreya Başûr 24 balafirên şer dikire
Hat ragihadin ku dê şirketa balafirên şer a Koreya Başûr 24 balafirên şer ên corê FA50 bide artêşa Iraqê.
Li gorî nûçeya Reutersê di encama peymana di navabera hikûmeta Iraqê û Şirketa Koreya Başûr de dê Iraq ji Koreya Başûr 24 balafirên şer ên corê T-50 KAT bikire.
Hat ragihandin ku ev hevpeyman bi nirxê milyarek û 100 milyon dolaran hatiye îmze kirine û li gorî hevpeymanê dê ev balafir di Nîsana sala 2016’an de radestî Iraqê bê kirin. Şirket wê parçeyên balafiran heya 20 salan bifiroşe Iraqê û pîlotên wan perwerde bike.
Li milê din, berî niha Iraqê li gel Amerîkayê hevpeymanekî ya kirîna 36 balegirên şer ên corê F16 kirî bû. Her wiha di sala 2012’an de li gel Rûsyayê jî hevpeymanek çê kiribû.