Îranê 10 kes bi dar vekir
Îranê 10 kes bi dar vekir
Îranê 10 kes bi dar vekir
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê, li bajarê Riştê 7 kes û li bajarê Erdebilê jî 3 kes bi giştî 10 kes Sêşema borî bi darve kir.
Berpirsê Giştî yê Dadgeha Gîlan Mihemed Cewad Hişmetî der barê bidarvekirina 7 kesan de got, “Ji ber sedema destdirêjiyê û zordariyê, Sêşema borî li Girtîgeha Navendiya Rişt 7 kes hatine bidarvekirin.”
Hat ragihandin ku cezayê bidarvekirinê, di sala 2010’an de li wan kesan hatibû birîn.
Di Girtîgeha Erdebil de jî 3 kes hatin bidarvekirin
Li gorî Peywendiyên Giştî yên Dadgeha Erdebil, Sêşema borî 3 kesên din jî, ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Erdebilê ve hatine bidarvekirin. Du ji wan kesan ji Tehranê ne û ji ber bazirganiya maddeyên hişber (narkotîk) hatibûn girtin û cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn. Kesê din jî ku bi eslê xwe ji Urmiyê ye, bi heman sûcdariyê cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Berpirsê Giştî yê Dadgeha Erdebil Xulamehelî Rezayî têkildarî mijarê got, “ Di nav 2 salan de ji ber maddeyên hişber li bajarê Erdebilê 18 kes hatine bidarvekirin.”
Hêjayî gotinê ye di nav 11 rojan de ango di navbera 2-14’ê Tîrmehê de dewleta Îranê 89 kes bi dar ve kirine.