IPU'yê derheqê hilbijatiyên HDP'î yên dîlgirtî biryar stand
Li Desteya Giştî ya Yekîtiya Navparlametoyan (IPU) ji bo HDP'yiyên hilbijartî û hatine girtin biryar stand. Di biryarê de hate xwestin ku Aysel Tuglu were berdan.
Li Desteya Giştî ya Yekîtiya Navparlametoyan (IPU) ji bo HDP'yiyên hilbijartî û hatine girtin biryar stand. Di biryarê de hate xwestin ku Aysel Tuglu were berdan.
Rûniştina 144'an a Desteya Giştî ya IPU'yê di navbeyna 20-24'ê Adarê de li Girava Balî ya Endonezyayê rûnişt. Li ser navê HDP'ê Hevberdevkê Karê Derve û endamê IPU'yê Hişyar Ozsoy hazir bû.
Li IPU'yê ji 179'an dewletên endamên NY'yê ji hêla 179 wekîlan ve tê temsîlkirin.
Komîteya Mafê Mirovan a Parlamenteran di encama civîna Çile-Sibatê de derheqê HDP'ê û wekîlên HDP'ê de biryar stand.
Komîteyê heta niha rewşa 64 wekîlên HDP'ê şopandiye. Komîteyê biryar da ku rewşa Gultan Kişanak, Şaredara Mezin a Amedê û wekîla HDP'ê Semra Guzel bişopîne.
Komîteyê her wiha bi bîr xist ji 20'ê Gulana 2016'an û wir ve ji 600'î zêdetir tawanbariya terorê li wekîlên HDP'ê hatiye kirin, ji 2018'an û wir ve derheqê 30 wekîlî biryara girtinê hatiye danîn, 13 wekîlên HDP'ê ji wekîltiyê hatine xistin û ew mitaleya wê dikin dibe ku ev hijmar zêdetir jî bibe.
Komîteyê her wiha rewşa Aysel Tugluk bi bîr xist, diyar kir nexweşiya wê lê giran kiriye û bang kir ku Tugluk demildest were berdan.
Derheqê Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate gotin, bi rengekî dadmend nehatine darizandin, dosyaya li ser hevserokan siyasî ye.
Bi berdewamî doza li ser girtina HDP'ê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Saziyên Tirk li ser mijara girtina partiyan ji bo ku lêzimiyên bi çarçoweya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih bîne, komîte bang li wan dike ku tişta herî baş a ku ji dest wan tê, bikin.''
Têkilî girtina wekîlan hate gotin, ''Weke ku di mînaka Rêzdar Demîrtaş de tê dîtin, armanca darizandinên cezakirinê fetisandina muxalefetê ye.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Komîte qebûl dike ku dosyayên Rêzdar Gultan Kişanak û Rêzdar Semra Guzel were şopandin.''
Komîteyê got, ''Em mitaleyeke kûr dikin ji ber ku 11 parlamenter girtî ne'', rewşa Aysel Tugluk hate bibîrxistin û hate gotin komîte,''Bang dike Aysel Tugluk a ku rewşa wê her ku diçe girantir dibe demildest were berdan.''
Herî dawî hate gotin,''Komîte ji ber doz û lêpirsînên nû yên derheqê wekîlên berdest ên HDP'ê mitaleyên kûr dike, bang li Meclîsê dike, lê miqate be ku destlênedana wekîlan were parastin.''