Însiyatîfa Zarokên Êgir gelek cih û wesayit dane ber êgir
Însiyatîfa Zarokên Êgir li 9 bajaran gelek kargeh û wesayit dane ber êgir.
Însiyatîfa Zarokên Êgir li 9 bajaran gelek kargeh û wesayit dane ber êgir.
Însiyatîfa Zarokên Êgir bi daxuyaniyeke niviskî ragihand divê her kes xwe ji 'rêxistina terorê' AKP'ê û MHP'ê vedin.
Li gorî daxuyaniyê 17'ê Adarê li Balikesîrê kargeha AKP'yiyekî Volum Cîty, 16'ê Adarê li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê milkekî Ş.T yê MHP'yî, li navçeya Dilovasî ya Kocaelî depoya Fabrîkaya Îs Çelîk a 'faşîstan', 15'ê Adarê li navçeya Antakya ya Hatayê kargeha Akin Mobîl a 'dijminekî Kurdan', li Osmaniya 3 wesayitên MHP'yiyan, 14'ê Adarê li naveçya Islahiyê ya Dîlokê kamelya û bankên şaredariya AKP'ê, li navçeya Serdîvanê ya Sakarya kamyoneke 'faşîst'an, li navçeya Înegolê ya Bûrsayê îmaleta Kervan Mobîlya, li navçeya Nîlûfer a Bûrsayê depoyek, li navçeya Akşehîrê ya Konyayê mînîbûseke serwîsê ya A.K'yê AKP'yî hatiye şewitandin.