Însiyatîfa Zarokên Agir gelek çalakî kirin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand yekîneyên wan gelek kargeh dane ber êgir.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand yekîneyên wan meha Adarê li gelek deveran çalakî kirine.

Li gorî agahiyên ku însiyatîfê dayî 27'ê Adarê li navçeya Manavgatê ya Entalyayê garajek li gel wesayitên tê de yên AKP'yiyekî hatine şewitandin, her wiha li navçeya Sapanca ya Sakaryayê jî Atolyeya Palet Îmalat a AKP'yiyekî Semsûrî hatiye şewitandin û li navçeya Yahşîhanê ya Kirikkaleyê jî Tesîsa Oz Ulger Veguherandinê ya faşîstekî Tirk hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 26'ê Adarê li navçeya Ereglî ya Konyayê depoya S.G yê 'dijminê Kurdan', 24'ê Adarê li Herêma Sinayî ya Organîze 1 a Bîrecîkê fabrîkaya Bîllas Lastîk û Kauçukê, 23'yê Adarê li navçeya Înegolê ya Bûrsayê konteynireke çopê.

Di daxuyaniyê de herî dawî hate diyarkirin, li navçeya Nallihanê ya Enqerê Mexazeya Mobîlya ya Ereollar û li Boluyê jî kargeha Ozdemîr Metal hatiye şewitandin.