Insîyatîva Zarokên Êgir çalakî kir

Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyê wan fabrîkayek, du depo û du wesayitên faşîstan şewitandine.

Insîyatîvê bi daxuyaniyeke niviskî ragihand yekîneyên wan di navbeyna 21-23'yê Sibatê de li Hatay, Stenbo, Manîsa, Sakaryayê çalakî kirine.

Li gorî agahiya ku hatiye dayin yekîneyên Insîyatîva Zarokên Êgir li navçeya Tuzla ya Stenbolê 23'yê Sibatê fabrîkaya Oluklu Mukavva, atolyeyeke kelekan û 2 dopoyên madeyên kimyewî tê de bûn, şewitandine.

Bi berdewamî hate ragihandin li navçeya Şahzadeler a Manîsayê wesayiteke bazirganî ya 'dijminekî Kurdan' û li navçeya Skenderûnê ya Hatayê jî otomobîleke 'dijminekî Kurdan' hatiye şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê 21'ê Sibatê li navçeya Sogut a Sakarya, li Herêma Sinayî ya Organîze a 3'an fabrîkeya ambalajê ya Norm Plastîkê hatiye şewitandin.