Însiyatîfa Gel a Mêrdînê: Li xebatên reşkirinê baldar bin
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê: Li xebatên reşkirinê baldar bin
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê: Li xebatên reşkirinê baldar bin
Însiyatîfa Gel a Mêrdînê, daxuyaniyek da û duh li dijî belavokên ku li ser navê Însiyatîfa Gel a Qoserê hatine belakirin hişyar kir.
Însiytîfê da zanîn ku di têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê kurd de dema serkeftin û fînalê tê jiyîn û got: “Dewletên mêtînger û statukoyî ji bo ku şoreşa gelê kurd têk bibin bi hemû hêza xwe êrîş dikin.
Li Bakurê Kurdistanê, li dijî mêtîngeriyê berbi hilbijartineke ku dê projeya Kurdistana azad bê erêkirin ve diçe.
Bi vê projeyê dê projeya Kurdistana azad û xweser û serokatiya azad bikeve jiyanê. Lê hinek kom û hêzên hevkar-hisîpçî-sixûr, bûne amûrê AKP-Gulen-TC û provakasyonan diafirînin. Dixwazin gelê me li dijî têkoşîna azadiyê sor bikin.
Mînaka herî dawî duh li Qoserê pêk hat û li ser navê Însiyatîfa Gelê Qoserê belavok hatin belavkirin û ev belavok xebatkar, sazî û lijneyên demokratîk reş dikin.
Em careke di gelê xwe hişyar dikin ku belavokên hatine belavkirin yên komên sîxur û hevkarên dewletê ne.
Bila gelê me bi belavokên wisa bawer nekin û neyên van listikan.”