Îngîlîstanê mîsyona leşkerî ya li Afganîstanê bi dawî kir

Îngîlîstanê mîsyona leşkerî ya li Afganîstanê bi dawî kir

Brîtanyayê mîsyona xwe ya leşkerî ev 13 sale di bin komutaya NATO’yê de li Afganîstanê berdewam dikir, bi awayekî fermî rakir. Hat diyar kirin ku pêvajo vê yekşemê bi dawî bûye û cihên xwe dê ji hêzên ewlehiyê yên Afgan re bihêlin. 

Ala Îngîlîstanê ya li kampa Bastiyon ya leşkerên îngîlîz lêbûn û li bajarê Gîlmend a Afganîstanê bû hat rakirin. Pisporan ji televîzyona SKY News re axivî û agahî piştrastkirin.

Merasîma vekişîna hêzên leşkerî ya Brîtanyayê bi tevlibûna leşkerên NATO û DYA’yê pêk hat. di merasîmê de kamp ji hêzên Afganîstanê re hate hiştin.

Nêzî 95000 leşkerên îngîlîz li Afganîstanê hebûn. Di van 13 salan de 453 leşkerên îngîlîz jiyana xwe ji dest da.