Îlahiyatnas Tûrgay: Pesnê xwe nede, wê mîna Saddam li te bê

Profesorê Îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay ê beşdarî 2. Şûraya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bû got, "Li Tirkiyeyê dema mirov dibêje 'ez Kurd im', ne carekê, hezar carî mexdûr dibin."

Profesorê Îlahiyatê Nûrettîn Tûrgay ê beşdarî 2. Şûraya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bû got, "Li Tirkiyeyê dema mirov dibêje 'ez Kurd im', ne carekê, hezar carî mexdûr dibin." Tûrgay, rewşa dawî ya li Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir, ku zilma îro hikûmet li herêmê dike, parçeyek ji zilma bi sedan salan li gelê Kurd ê li Tirkiyeyê tê kirin e.

Yek ji Îlahiyatnasên beşdarî 2. Şûraya Giştî ya Kongreya Îslama Demokratîk bû Profesor Nûrettîn Tûrgay e. Tûrgay 14 salan li Diyanetê, 29 salan jî li Zanîngeha Dîcleyê profesorî kir. Tûrgah ji bor ewşa li Kurdistanê got, "Duh jî îro jî her tim li Tirkiyeyê zilm hebû, heye. Edalet nîne. Dema mirov dibêje 'ez Kurd im' ne carekê, hezar carî mexdûr dibin." Tûrgay destnîşan kir ku zilma îro hikûmet li Kurdistanê dike, parçeyek ji zilma bi sedan salan li gelê Kurd ê li Tirkiyeyê tê kirin e.

'HIKÛMET JI BO SERWERIYA XWE BIPARÊZE, ÎSLAMÊ BI KAR TÎNE'

Tûrgay ragihand, ku armanca Quranê, di navbera hemû mirovan de pêkanîna aştî, aramî û bextewariyê ye û got, "Xwedê di Quranê de dibêje, 'Weke ol min ji bo we Îslam hilbijart'. Baş e Îslam çi ye? Îslam aştî ye, bextewarî ye. Ji bo kê hilbijart? Ji bo hemû mirovan." Tûrgay destnîşan kir ku armanca hevpar a hemû pirtûkên pîroz û pêxemberan; parastina can, mal, nifş, namûs, bawerî û nêrîna hemû mirovan e û got, "Quran ji xwe bi gotina 'Bismillahîrahmanîrahîm-Xwedê xwedayê hemû aliman e' destpê dike."

Tûrgay da xuyakirin, ku kî cihêkariyê dixe navbera mirovan, ew Quranê nas nake û ti eleqeya xwe bi Îslamê re nîne. Tûrgay diyar kir ku yên di alema Îslamê de zilmê li gelan dikin, lê gotina Xwedê her tim li ser zimanê wan e, ti eleqeya xwe bi Îslamê re nîne û destnîşan kir, ku ev kes Îslamê bi tenê ji bo serweriya xwe bi kar tînin.

Tûrgay da zanîn ku ya îro li Tirkiyeyê diqewime ev e û anî ziman ku dema ew li Desteya Wezîran dinêre, bi rastî jî wezîrekî bi tenê yê mafên mirovan, Quranê nas dike, nabîne. Tûrgay ragihand ku wezîrên di nava hikûmetê de cih digirin, eleqeya xwe bi Quran û Îslamê re nîne û ji bo serweriya xwe biparêzin Îslamê bi kar tînin. Tûrgay bibîr xist, ku yên vê polîtîkayê dimeşînin wê di dawiya dawî de têk biçin û got, "Bila hikûmeta AKP'ê, Serokkomar nebêje 'em ji sedî 50 ê dengan digirin' û pesnê xwe nede. Li vî welatî Kenan Evren ji sedî 95 ê dengan stend, lê belê dema mir kesek tevlî merasîma cenazeyê wî nebû. Yên ku îro desthilatdariyê bi kar tîne û zilmê li gelan dikin, aqûbeta wan wê bibe ya mîna Saddam an jî Kaddafî."