ÎHD: Em destûrê nadin qêrina Dayîkên Şemiyê winda bibe

ÎHD: Em destûrê nadin qêrina Dayîkên Şemiyê winda bibe

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê diyar kir ku, ew destûra nadin ku qêrina Dayîkên Şemiyê di dehlîzên Komîsyonên Meclîsan de winda bibin.

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên Dayîkên Şemiyê yên ji sala 1995'an ji bo zarokên xwe yên winda li dar dixin, li ber Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Dayîkên Aştiyê, ÎHD'ê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankrata "Winda diyar in kiryar li ku ne" vekirin û wêneyên di salên 90'an de hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de solganên "Kiryar diyar in bila hesab bê pirsin" û "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe" hatin berzkirin. Li ser navê ÎHD'ê Şehmus Aydin, daxuyanî xwend û diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD'ê hejmara kesên bi zorê hatin windakirin 543, li gorî Yekîtiya Tabîbên Tirk jî di 114 gorên komî de hezar û 469 kes hatine tesbîtkirinû li welatek gorên komî dijîn.

'KOMÎSYONA LÊKOLÎNA HEQÎQATAN AVA BIKIN'

Aydin, anî ziman ku bi salanin li benda kesên hatin windakirin ji aliyê rayedarên dewletê ve aqubeta wan bê aşkera kirin. Aydin, da zanîn ku weke xizmên windayan bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin kirin ji bo tu kes neyên windakirin peymana navneteweyî ya Parastina Hemû kesî ya li Hemberî Bi Windabûan bi zorê ya NY'ê îmza bike û wiha got:

"Serokwezîr ji wan re got 'Heke em îmza nekin wê demê em tiştekî dizanin'" Aydin, da zanîn ku rastiya windayan ên serokwezîr dizane ew jî dixwazin bizanin û wiha axivî: "Em heqîqatê dixazin. Komîsyona Lêkolînan ya Heqîqatê ava bikin...Heke hûn bi zorê bigirin serbest berdin! Heke ew kuştibin em gorên wan dixwazin. Agar ê ku got wan hezar operasyon li dar xistin ji bo ewlehiya wî li girtîgehên ewlehî digeriyan em jî jiyaneke bi ewlehî dixwazin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.