Îdîaya kujerê Qasimlo li Cenevreyê ye!
Îdîaya kujerê Qasimlo li Cenevreyê ye!
Îdîaya kujerê Qasimlo li Cenevreyê ye!
Mûhammed Cafer Sahrarûdî, ku di dema êrîşa li dijî lîderê Kurd Dr. Qasimlo ya sala 1989'an li paytexta Awûstûrya Viyanayê de birîndar bû û dûre destûr jê re hat dayîn ku vegere Îranê, hat îdîakirin ku weke şêwirmendê Serokê Parlamenta Îranê Alî Larîcanî vê gavê li Cenevreyê ye.
Li gorî daxuyaniya di malpera înternetê ya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê ya ser bi Mucahîtên Gel de cih girt, şêwirmendê Serokê Parlamenta Îranê Alî Larîcanî û mudurê kabîneyê Mûhammed Caferî Sahrarûdî niha li Cenevreyê ye.
Sekreterya Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê got, "Kujerê gelê Kurd û terorîstekî profesyonel, weke şêwirmendê parlamenta rejîma Îranê beşdarî konferansa navbera parlamentan a li Cenevreyê bû." Konseyê xwest Sahrarûdî tavilê bê girtin û darizandin.
Sahrarûdî, di 13'ê Tîrmeha sala 1989'an de êrîşa ku Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Dr. Abdûrrahman Qasimlo û du hevalên wî qetil kir, birêve bir. Li gorî mûxalefeta Îranê, ev operasyon ji aliyê servîsên îstîxbarata leşkerî ya Muxafizên Şoreşê û "baregeheke terorîst" a bi navê "Ramazan" hatiye meşandin.
Li ser daxwaza polîsê Awûstûryayê di 22'ê Kanûna sala 1989'an de der barê Sahrarûdî û du alîkarên wî de biryara girtinê ya navneteweyî hat derxistin. Konseya Berxwedanê da xuyakirin ku Sahrarûdî ji bo "paşeroja xwe ya krîmînal veşêre" bi salan bi tenê navê "Caferî" bikar aniye û "Sahrarûdî" ya di navê xwe de derxistiye.
Di dema êrîşa li maseya muzkareyê ya li hemberî Qasimlo de Sahrarûdî jî birîndar bûbû. Ji ber vê yekê nekarî ji polîsê Awûstûryayê bireve û hatibû girtin. Lê belê di encama zexta rejîma Îranê de bi lez hatibû berdan û vegeriyabû welatê xwe.
Konseyê ragihand ku Caferî Sahrarûdî di şerê 8 salan ê Îran-Iraqê de fermandarekî rejîmê bû.
Sekreterya Konseyê got, "Li dû dagirkeriya yekîneyên Emerîkî li Iraqê, vî kesî di êrîşê û operasyonên komando yên terorîstî yên li Iraqê de di warê rêxistinkirin û rêvebirinê de oleke mezin lîst. Mîna ku li vî welatî şerê mezhebî destpê kir."
Di dema Serokkomarê berê Mahmûd Ahmedînecad de ji Sahrarûdî re wezîfeya muduriyeta jêrîn a ewlekariya navxweyî ya Sekreterya Desteya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hat dayîn û li vê derê bi taybetî bi Iraqê re mijûl bû. Sahrarûdî ku di Desteya Bilind a Ewlekariya Neteweyî de alîkarê Alî Larîcanî bû, piştî ku Larîcanî bû Serokê Meclîsê, vê carê jî weke şêwirmendê wî û mudurê kabîneyê hat wezîfedarkirin.
Mûxalefeta Îranê got, "Hatina terorîstekî bi vî rengî ya li Cenevreyê ku lê avahiya Neteweyên Yekbûyî heye û beşdariya wî ya li konferansa navbera parlamentan de, bi awayekî zelal binpêkirina peyman û qanûnên navneteweyî ye."
Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadik Şerefkendî jî li gel 3 hevalên xwe di 17'ê Îlona 1992'an de li Berlînê ji aliyê komandoyên mirinê yên îstîxbarata Îranê ve hatibûn qetilkirin.