Holîganên Elman wê li dijî DAIŞ'ê li Kolnê bimeşin
Holîganên Elman wê li dijî DAIŞ'ê li Kolnê bimeşin
Holîganên Elman wê li dijî DAIŞ'ê li Kolnê bimeşin
Li dû komkujiyên DAIŞ'ê yên li Kurdistan, Sûriye û Iraqê, nerazîbûna li hemberî selefiyan digihêje asteke tirsnak. Koma bi navê "Holîgna li dijî Selefiyan e" ku li Elmanyayê bi meyla xwe ya ji bo şîdetê tê naskirin, xwe amade dike îro li bajarê Kolnê meşeke mezin lidar bixe.
Alîgirên futbolê yên li ser înternetê xwe birêxistin dikin û hejmara wan bi hezaran tê bilêvkirin wê îro li bajarê Kolnê meşekê lidar bixin. Tê payîn ku herî kêm 1500 kes beşdarî meşê bibin. Ji aliyê koma bi navê "Holîgan li dijî Selefiyane" ve di meha Îlonê de li bajarên Dortmund, Mannheim û Essenê bi beşdariya bi sedan holîganan çalakî hatibû lidarxistin. Piştî van çalakiyan, meşa li Kolnê polîsê Elman xist nav alarmê.
Bi hezaran holîganên ku bi taybetî bi rêya Youtube, Facebook û Twitterê xwe birêxistn dikin, rayedarên Elman sûcdar dikin ku li dijî selefiyan tedbîrên têrker nagirin. Ji gelemperiya Elmanyayê wê holîgan bên Kolnê. Tê zanîn ku komên rastgir ên radîkal ên li gelemperiya welêt dixebitin jî, destekê didin holîganan.
Hat ragihandin ku serlêdana destûra meşa li Kolnê, ji aliyê endamekî komab i navê Pro-NRW a dijberê biyaniyan e, hat kirin. Komeke din a ku li dijî meşa holîganan derdikeve jî, tê payîn ku li bajarê Kolnê çalakiyê lidar bixe.
Di çalakiyên beriya niha yên Pro-NRW de, di navbera wan û komên selefî de pevçûn derketibû.