Hikumeta Iraqê 2 roj kir betlaneya Newrozê
Bi nêzîkbûna Newrozê re hikumeta Iraqê biryar da ku rojên 20-21’ê Adarê bibin betlaneya Newrozê. Wê di van du rojan de hemû sazî û dezgehên fermî bikevin betlaneyê.
Bi nêzîkbûna Newrozê re hikumeta Iraqê biryar da ku rojên 20-21’ê Adarê bibin betlaneya Newrozê. Wê di van du rojan de hemû sazî û dezgehên fermî bikevin betlaneyê.
Li gorî daxuyaniyek ya Emîndariya Giştî ya Encûmena Wezîran a Iraqê, li ser fermana serokwezîr Mistefa Kazimî, hefteya bê roja yekşem û duşem (20-21 Adar) wê ji ber Newrozê li tevayî sazî û dezgehên dewletê betlaneya fermî be.
Li aliyê din hikûmeta Herêma Kurdistanê jî biryar da ji sibe û şûnde (17’ê Adar) bixe betlaneya Biharê ya saziyan û heta roja 24’ê Adarê jî wê dibistan di betlaneyê de bin.