Heyva Sor kampanyaya endamtiyê da destpêkirin

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo salvegera 29'an kampanyaya endamtiyê da destpêkirin.

Heyva Sor a Kurdistanê ku 4'ê Adara 1993'an li Bohûmê ya Elmanyayê hatî damezirandin niha navenda xwe ya li bajarê Troîsdorfê ya Elmanyayê ye. Li gelek welatên Ewropayê ku Kurd lê dijîn, li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê nûnerên saziya alîkariya netewî ya Kurdistanê ya Heyva Sor hene û gelek saziyên wê yê destûbira hene ku bi hevkarî projeyan datînin.

Heyvva Sor a Kurdistanê ji bo salvegera 29'an a damezirandinê kampanyaya endamtiyê da destpêkirin. Heyva Sor got, ''Ji hemû alîkarxwazan daxwaza me ev e ku ji her malê bi kêmanî kesek bibe endamê Heyva Sor a Kurdistanê, bi dildarî alîkariyekê bike.

Kesên ku dixwazin bibin endamên Heyva Sor a Kurdistanê dikarin vê lînkê bitikînin: www.heyvasor.com/tr/endamti 
Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku sala 2022'an bi qasî 315 hezar Euro  û 20 hezar Frangê Swîsreyê alîkarî gihandiye ber destê Kurdistaniyên hewce û sala 2021'an bi qasî jî 620 hezar Euro, 111 hezar Frangê Swîsrî, 2000 Pound û 93 hezar Kronê Norwêçê alîkarî daye Kurdistaniyên hewcedariya wan pê heye.