Heyeta KCD’ê çû Geverê

Heyeta KCD’ê di çarçoveya serdanên cejnê de çû Geverê.

Heyeta ji Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamên dîwanê û aktivîstên TJA’yê pêk dihatin, di çarçoveya serdanên çejnê ya li navçeya Gever a Colemêrê de, çûn serdan Endama Meclîsa Giştî ya Bajarê Colemêrgê Sîbel Çaprazê. Heyeta ku çûn serdana Çapraz a 28’ê Mijdara 2015’an di encama guleyên polîsan a li taxa Dîzeyê de birîndar bibû û piştre jî hatibû girtin, daxwazên selametiya xêrê jêre xwestin û Çapraz jî spasiya kesên hatin serdanê kirin.

Heyeta ku Çapraz ziyaret kir, tê payîn ku sibe serdana gelê Gever û dikandaran jî bike.