Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna partiya xwe ya îro de der barê komkujiya Roboskê de, leşkerên tirk yên ku di pevçûnan de mirine jimart û hewl da ku komkujiyê rewa nîşan bide. Erdogan gelek bûyer şiband Roboskê û komkujiya ku 34 ciwanê kurd jiyana xwe ji dest da jî normal dît. Erdogan bertek nÎşanê rojnameya Amerîkî jî da û îfadeyên sosret bi kar anî.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di civîna xwe ya îro de îfade û sûcdariyên wî yên berê hebûn. Dîsa der barê komkujiya Roboskê de tiştekî nû negot. Berovajî vê Erdogan kete nava hewldana ku vê komkujiyê rewa (meşrû) nîşan bide.
Erdoganê ku îfadeya ‘Mirovan bide jiyîn ku bila dewlet bijî’ bikaranî û der barê komkujiya Roboskê ya 28’ê kanûna 2011’an de pêk hat tiştek negot.
Erdogan dîsa parastina ‘dewlet dê bi ajoya tunekirinê tevnagere’ û got; me ji serî de got li Qilabanê xetayek heye.” Her wiha Erdogan da zanîn ku bila kes ji vê zêdetir tiştekî ji wan nexwaze û îdia kir ku Qilaban tê îstîsmarkirin.
ÎSTÎSMAR HEYE!
Erdogan leşkerên ku di encama çalakiyên gerîlayan de yên Farqîn, Reşadiye û Bêzelê miribûn, hejmart û bi Roboskê re kir heman tişt. Lê ya balkêş ew e ku Erdogan li dijî cudahiya ‘leşker’, ‘sivîl’, ‘dagirker’, ‘têkoşîna azadiyê’ biyanî dimîne. Erdogan îdia kir ku BDP, CHP, çapemenî û çapemeniya navneteweyî vê mijarê îstîsmar dike.
LI DIJÎ WSJ BERTEK: ÇI BI TE HATIYE?
Erdogan bertek nîşanê rojnameya Amerîkî Wall Street Journal û got: “Çi bi te hatiye?” Erdoganê ku dixwaze hemû kesî bê deng bihêle, leşkerê ku komujî pêk anî jî parast û got ew dê nehêln hêzên ewlehiyê bê darizandin. Erdogan wiha got: “Ev 6 meh e Qilaban di rojevê de ye. Ev ji kê re bi fêde ye.”