Hevserokê Giştî yê HDP’ê çû serdana mexdûrên erdhejê yên li Narliyê

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û heyeta pê re çûn serdana mexdûrên erdhejê yên li Narliya Bazarcixê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Komîsyona Gel û Baweriyan Turgut Oker, parlamenterên HDP’ê û endamên partiyê yên pê re çûn serdana mexdûrên erdhejê yên gundê Narli yê Bazarcixa Mereşê. Sancar, di dema serdanê de bi mexdûrên erdhejê re sohbet kir û got ku dikarin bi hevgirtinê ji vê karesatê derkevin. Sancar, spasiya welatî û ciwanên li gund bi dilxwazî dixebitin kir. Piştre jî Sancar û heyeta pê re çûn serdana welatiyên di konbajarê ji hêla AFAD’ê ve hatiye avakirin. 

Piştî serdanê, Sancar û heyeta pê re çûn Bazarcixê.