Hevşaredarî careke din hat redkirin
Hevşaredarî careke din hat redkirin
Hevşaredarî careke din hat redkirin
Dewlet li Dihê jî li dijî sîstema "Hevşaredariyê" derket. Dadgeha Îdarî ya Êlihê, biryar da ku "rawestandina rêvebirinê" ya sîstema Hevşaredariya Dihê da.
Dadgeha Îdarî ya Êlihê, serlêdana Qeymeqamiya Dihê ya bi îdîaya "Ne qanûnî ye, li dijî mewzûat û kêrhatina cemaweriyê ye" kir, nirxand û li dijî sîstema "hevşaredariyê" ya Şaredariyên DBP'yî li dû hilbijartinên herêmî xistin meriyetê, biryara "rawestandina rêvebirinê" da.
Di sedema biryarê de jî hat gotin, "Ji ber ku kar û xebatên îdarî yên serokatiya şaredariyê wê ji aliyê hiqûqî ve derbasdar nebe û xebat dereng bikeve, ev rewş wê bi kêrî welatiyan û cemaweriyê neyê, wê zerarê bide şaredariyê, lewma tê xwestin ku rêvebirina vê bê rawestandin."
Şaredariya Dihê der heqê vê biryarê de serî li Dadgeha Îdarî ya Herêma Amedê da.