Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP'ê di 20'ê Kanûnê de ye

Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) wê di 20'ê Kanûnê de hevdîtinê bikin.

Hevdîtin wê di 20'ê Kanûnê roja Înê saet di 14:00 de li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê pêk were.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê beriya niha bi Partiya DEVA, MHP û Partiya Gelecekê re hevdîtin kiribû û hevdîtina bi CHP'ê re hatibû plankirin jî ji bo demeke din hatibû taloqkirin.