Hevdîtina HDP-Barzanî bi dawî bû
Hevdîtina heyeta HDP’ê û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî yê li Enqereyê ye, bi dawî bû.
Hevdîtina heyeta HDP’ê û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî yê li Enqereyê ye, bi dawî bû.
Hevdîtina heyeta HDP’ê û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî yê li Enqereyê ye, bi dawî bû.
Li gor daxuyaniya HDP’ê, di hevdîtina nêzî saetekê berdewam kir de mijarên rewşa Sûriyeyê, tehdîda DAIŞ’ê, piştevanî û hevkariya di nav Kurdan hat bidestgirtin.
Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî duh çibû Enqereyê, li wir bi MÎT, Serokkomar û Serokwezîr re hatibûn cem hev. Barzanî piştî hevdîtinên bi rayedarên Tirk re, li Otela Marrîott bi heyeta HDP’ê re hatin cem hev.
HDP’e bi heyeteke berfireh tevlî hevdîtinê bû. Di heyeta di seroktiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de parlamenter Osman Baydemîr, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Leyla Zana, Cîgirê Hevserokê Berpirsê Têkîliyên Derve yê HDP’ê
Nazmî Gur û Hevserokê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tirk cih girt.
Di hevdîtinê li cem Barzanî jî Sefîn Dizaî, Fûad Huseyîn cih girtin.