Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ku bi muwekîlê xwe re hevdîtina hefteyî ya asayî pek binin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serlêdan careke din bi hinceta “Keştî tê temîrkirin” hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Huseyin Bogatekin û Rezan Sarica ji bo ku bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê serlêdan careke din bi hinceta “Keştî tê temîrkirin” hat redkirin.
Parêzer herî dawî di 27'ê tîrmeha 2011'an de zêdetirê 10 meh (308 roj) berê çûbûn Îmrahiyê û ji wê demê heta niha hevditin pêk neanîne. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "kêştî xerabeya", "muxalefeta hewayê heye" tê redkirin û hevdîtin tên astengkirin.