Hevdîna BDP’ê û wezîrê dadê hate betalkirin

Hevdîna BDP’ê û wezîrê dadê hate betalkirin

Hevdîna di navbera şandeya BDP’ê û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn ku dê îro pêk bihata hate betalkirin.

Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn beriya civîna Komîsyona Makezagonê ya Meclisê bersiva pirsên rojnamevana da û got; “Min duh daxuyaniyek dabû. Li ser wê ez daxuyaniyek din nadim. Me duh daxuyaniya xwe dabû. Di daxuyaniya duh ya Ergîn de dabû diyarkirin ku, hevdîtin baş zelal nebûye. Bi vî awayî îro aşkera bû ku, hevdîtin pêk nayê.

Di vê navberê de Cîgira Koma BDP’ê Pervîn Bûldan dê di demjimêr 12.30’an de li Meclisê di derbarê mijarê de civînek ya çapemeniyê lidarxîne.