"Heta tecrîd neyê rakirin pêvajoya çareseriyê û aştî zindî nabe"

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz got, "Heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin, ne pêkane ku pêvajoya çareseriyê yan jî hêviyên aştiyê ji nû ve zindî bibin."

Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo banga "dest ji bikaranîna çekê berde" li AKP a li konsepta şer vegeriya ye bike, li Salona Civînê ya Cezayîrê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de tevî gelek rêxistinên civakî yên sivîl, Berdevkê Meclîsê Hakan Tahmaz, endamên Desteya Şêwirmendiyê ya Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê, rewşenbîrên Ermenî Tatyos Bebek, Tûran Saritûmûr, Wezîrê berê yê SHP'ê yê Ewlekariya Kar û Civakî Ziya Halîs, Hiqûqnas Nûrcan Kaya, Rêvebera SES'ê Sevgî Înce û rojnamevan Mûrat Çelîkkan amade bûn.

Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya Meclîsa Aştiyê Tatyos Bebek axaftina vekirinê ya civînê kir û got, "Di dem û rewşeke ku mirovan digot êdî her tişt di rêyeke baş de dimeşe, hêvî şîn dibin û nêzî du sal in xwîn narije, mirin nabe, civakê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de aştî erê kir de, mixabin maseya pêvajoya çareseriyê hat qulipandin û şer bi awayekÎ fermî destpê kir." Bebek ragihand ku rojên gelekî nebaş ên dişibin salên 90'î rû dane û anî ziman ku weke Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê ji xwîna rijiyaye veguhere aştiyê, ew di nava hewldanan de ne û ji bo ji vê rêveçûnê re bêjin 'bisekine' ew li hev kom bûne.

'TIRKIYE VEGUHERÎ WELATÊ REWŞA AWARTE'

Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz jî, ji bo rawestandina şer û gavên divê bi lezgînî werin avêtin, bi sê serenavan destnîşan kir. 

Tahmaz da xuyakirin ku her çend bi encamên hilbijartinê re pêvajoya çareseriyê, daxwaza aştî û çareseriyê ji aliyê civakê ve hatiye erêkirin jî, bûyerên piştî civîna 28'ê Sibata 2015'an a li Dolmabahçeyê qewimîn, pêvajo di pratîkê de ji holê rakiriye û got, "Bûyerên piştî 7'ê Hezîranê qewimîn, komkujiya li Pirsûsê, çalakiyên çekdarî, operasyonên leşkerî-siyasî, rewşa agirbestê ji holê rakirine. Careke din em li dema şer a me lanet lê dikir, vegeriyan. Tirkiye veguherî welatê rewşa awarte. Binçavkirin, girtin, qedexe û mirin bûn parçeyek ji jiyana me ya rojane."

Tahmaz diyar kir ku ji ber vê helwestê pêvajoya çareseriyê û aştî, êdî weke mijareke sereke ya siyasî nehatiye dîtin û destnîşan kir ku li vî welatî çek û şer rêbaza çareseriya pirsgirêkan nîne. Tahmaz got, "Divê alî tavilê çekan bêdeng bikin û şer bê sekinandin. Heta ku di mejiyê dewletê de guhertina paradîgmayê ya radîkal pêk neyê, aşkera ye ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk, derxistina çekê ji jiyana civakî/siyasî zehmet e û wê demeke dirêj dewam bike."

'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'

Tahmaz anî ziman ku beriya her tiştî aliyan dîtine aştî û çareserî bi muzakereyê dikarin pêk werin û da xuyakirin ku tevî rola zelal a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di rêveçûna pêvajoya çareseriyê de, li ser Ocalan tecrîd tê meşandin. Tahmaz got, "Heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin, ne pêkane ku pêvajoya çareseriyê yan jî hêviyên aştiyê ji nû ve zindî bibin. Demek ji ya din zûtir divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û dawî li astengiyên li pêşiya bikaranîna mafên xwe yên qanûnî û destûra bingehîn, bê anîn."

GAVÊN DIVÊ WERIN AVÊTIN

Tahmaz da zanîn ku divê hikûmeta nû were avakirin der barê aştiyê de helwesteke zelal nîşan bide û gavên dikarin werin avêtin bi vî rengî anî ser ziman: "Pêwîste bi lezgînî qanûna bi navê Qanûna Çareseriyê ya bi hejmara 6551 bibe xwedî naverokeke demokratîk, bi fonksiyon û tevlîkar. Di vê demê de xaleke ku dikare gelekî bi bandor be, çavê sêyemîn heyeteke şopandinê ya serbixwe ye. Heyeteke bi vî rengî divê bi lez were avakirin. Divê rêxistinên civakî yên sivîl ên li ser mijarê dixebitin bibin, parçeyekî bi bandor ê pêvajoyê. Bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên cîhanê re pêwîste rêxistinbûyînên bi bandor ên qanûnî û saziyî yên muzakereya wekhev, bên avakirin."

'AŞTÎ HEMA NIHA'

Rêvebera berê ya SES'ê Sevgî Înce bibîr xist ku ji niha ve civak ketiye nava atmosfereke ji gumana şer û anî ziman ku divê tavilê ev rewş veguhere aştiyê. Înce got, "Çi dibe bila bibe ya dikeve ser milê me civakê, xurtkirina daxwaza aştiyê, civakîkirina aştiyê ye. Divê aştî hema niha be. Ji ber ku em dizanin ku aştî wê di dawiya dawî de bê."

'DERKET HOLÊ KU AKP DI ÇARESERIYÊ DE NE JI DIL E'

Ziya Halîs jî pirsa 'çima ji nişka ve mase hat qulipandin' kir û diyar kir ku cihê fikaran e, çima hikûmeteke di 7'ê Hezîranê de gel wezîfe nedayê, ev yek kiriye. Halîs got, "Ez yek ji wan kesan im ku ne bawerim desthilatdariya siyasî di vê pêvajoyê de samîmî ye" û bang li AKP'ê kir ku tavilê dest ji helwesta xwe ya cotstandartiyê berde.

Hiqûqnas Nûrcan Kaya jî da zanîn ku yek ji xalên bingehîn ên agirbesta aliyan, avakirina komîsyona edalet û li hev rûhatina paşerojê ye û got, "Ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve gelek tişt hebûn hikûmetê dikarîbû bikira. Ev; daxistina benda hilbijartinê, perwerdeya bi zimanê dayikê, avakirina rêveberiyên herêmî. Lê belê hikûmetê ti ji van nekir."

'KESÊN BÛN SEDEMA RONDIKÊN DAYIKAN DI RÛPELÊN DÎROKÊ DE HATINE VEŞARTIN'

Endamê Desteya Şêwirmendiyê ya MAT, rewşenbîrê Kurd Turan Saritemur, bi van gotinan bertek nîşanî polîtîkaya şer a AKP’ê da: "Dixwazin bi bomberdûmanan encam bigirin. Civak jî dikeve koncalên bi bomberdûmanan vedibin. Lê belê di xwezayê de hin zindî dubare nakevin koncala carekê ketinê. Lê hin komên mirovan koncala carekê ketinê dubare dikevinê. Û ji ber vê pêwîst  e hin komên mirovan hin zindiyên xwezayê ji xwe re mînak bigirin. Kesên dibêjin bila dayik negirîn û di bin sedem dayik bigrîn di rûpelên dîrokê de hatine veşartin.” 

Rojnamevan Murat Çelîkkan jî diyar kir ku ji bo Tirkiyeyê aştî mijareke dest jê nabe û wiha axivî: "Desthilatdariyeke ku li gor encamên hilbijartinan ji aliyê gel ve nehatiye qebûlkirin, Tirkiyeyê ber bi şer ve dibe. Erdogan, hê ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve mase qulipand.” Çelîkkan beraetkirina endamên JÎTEM’ê yên salên 90’an mora xwe li cinayetên kiryar nediyar xistin bibîr xist, bal kişand bê çawa Tirkiye ji şer re amade kiriye. Çelîkkan daxuyaniyên Erdogan ên der barê HDP’ê de jî bibîr xist û wiha axivî: “Ji bilî HDP’ê ti partiyeke ku ji van polîtîkayan re bêje raweste nîne. Ji ber HDP ev got tê cezakirin.”