Herî kêm 10 hezar kes bi vîrûsa Ebola ketine

Herî kêm 10 hezar kes bi vîrûsa Ebola ketine

Vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê destpê kir û li welatên cuda yên cîhanê belav bû, pêşî lê nayê girtin. Hejmara fermî ya mirovên bi vîrûsê ketine 10 hezar derbas kir. Tê payîn ku aboriya welatên Sîerra Leone, Lîberya û Gîneyê ji ber vê yekê zerareke mezin bibînin.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketiye, gihaşt 10 hezar 141 kesî. Li gorî rapora WHO heta niha bi giştî 4 hezar 922 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di rapora dawî ya WHO de ku di 19'ê Cotmehê de hat weşandin, hat ragihandin ku ji 9 hezar 936 nexweşan, 4 hezar 877 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedan personelên tenduristiyê yên bi tedawiya nexweşan re mijûl dibûn jî, bi vîrûsa Ebola ketine. Di bîlançoya dawî ya WHO aşkera kir de, nêzî 450 doktor, hemşîre, kesên li nexweşan dinêrîn û xebatkarên saziyên alîkariya însanî bi vîrûsê ketine, ji van kesan 244 jê jiyana xwe ji dest dane.

LI LÎBERYAYÊ JI SEDÎ 58 Ê NEXWEŞAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî daneyên WHO, di mirinên ji ber Ebola de Lîberya di rêza yekemîn de cih digirin ku ji 4 hezar 665 nexweşan 2 hezar 705 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî Lîberyayê, Sîerra Leone di rêza duyemîn de cih digire ku ji 3 hezar 896 nexweşan 1.281 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Gîneyê jî ji 1.553 nexweşan 926 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Vîrûsa Ebola ku beriya niha li Nîjerya, Senegal û Komara Demokratîk a Kongoyê derket holê, herî dawî li Malî jî hat dîtin. Wezareta Tenduristiyê ya Malî, keçeke 2 salî ya ji bo gerê bi malbata xwe re çûbû Gîneyê, piştî vegerê roja Înê jiyana xwe ji dest da. Wezaretê ragihand ku tevî malbata zaroka keç, nêzî 50 kesên li derdorê di karantînayê de tên ragirtin.

Piştî ku hin ji nexweşên vîrûsa Ebola çûn Spanya û DYA, vîrûsê li Ewropa û Amerîka jî xwe da der.

HEJMARÊN RASTÎN ZÊDETIR E, DIBE KU ABORÎ TÊK BIÇE

Tê gotin ku hejmara mirovên ji ber vîrûsê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û ji ber vê vîrûsê dibe ku aboriya Rojavayê Afrîkayê zerarê bibîne. Rêveberê Rêxistina Têkoşîna li hemberî Birçîbûna li Cîhanê yê Elman Jochem Moninger ji kovara aboriyê ya bi navê WirtschaftsWoche re axivî û anî ziman ku bi tenê li Sîerra Leoneyê rojane 40 hezar 50 nexweşên nû tên dîtin.

Moninger da zanîn ku ji ber girtina dibistanan dibe ku 1,6 mîlyon zarok û ciwan salekê ji dibistanê bimînin û Sîerra Leone jî careke din bi krediyên navneteweyî ve bê girêdan.

Li dijî nexweşiyê DYA, Qanada, Rûsya û Elmanyayê derzî çêkirine, lê belê hemû di asta testê de ne.